Li dijî birîna daristanên Amazonê civîna 8 welatan

Li Brezîlyayê heşt welatên li parzemîna Amerîkaya Başûr li dijî birîna darên Amazonê li hev civiyan.
Di civîna ku piştî 14 salan cara yekem pêk tê de deklerasyona hevpar hat îmzekirin.
Beşdaran li hev kirin ku li dijî sûcên li daristanan tên kirin têkoşîn bikin.

Heşt welatên li parzemîna Amerîkaya Başûr li dijî birîna daristanên Amazonê li hev civiyan.

Lûtkeya ku ji aliyê Rêxistina Peymana Hevkariya Amazonê (ACTO) ve hate bi rêve birin li bajarê Belem yê Brezîlyayê pêk hat.

Bolîvya, Brezîlya, Kolombiya, Ekwador, Guyana, Perû, Surîname û Venezuela beşdarî lûtkeyê bûn.

Nûnerên hikûmetê yên ku beşdar bûn li ser gavên nû yên ji bo parastina daristanan li hev kirin. .

Li wir Serokên Bolîvya, Brezîlya, Kolombiya û Perûyê beşdarî bûn.

Ji aliyê welatên din ve jî rayedarên payebilind beşdar bûn.

Piştî 14 salan cara yekem li hev civiyan!

ACTO di sala 1995-an de ji hêla heşt welatan ve hatî damezrandin û piştî 14 salan cara yekem li hev civiyan.

Di civînê de deklerasyona hevpar hat îmzekirin.

Vieira: Birîna daran nabe sebeba parçekirina herêmê

Wezîrê Karê derve yê Brezîlyayê Mauro Vieira di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku birîna li daristanan nabe sebeba parçekirina herêmê.

Bi vê yekê re xuyaye ku serokên welatan di mijara daristan û petrolê de li ser hin xalan ne hemfikrin.

Petro: Divê gavên nû yên ji bo petrolê werin rawestandin

Serokdewletê çepgir ê Kolombiyayê Gustavo Petro banga rawestandina gavên nû ya petrolê li Amazonê kir.

Petro diyar kir ku divê bi temamî dev ji sotemeniyên fosîl were berdan.

Lêbelê, ev ji bo hin dewletên endam, weke Brezîlya, mijarek fikarane.

Ji ber ku Brezîlya hîna li çemê Amazonê li ser keşfên nû yên petrolê dixebite.

Wezîrê Enerjiyê yê Brezîlyayê Alexandre Silveira diyar kir ku berya biryarê ew hewcedarî dibînin li ser rezervên petrola li herêmê lêkolîn bikin.

8 Welatan li dijî birîna daran li hev kirin

Balkêşe ku di lûtkeyê de li ser lêgerîna zêran ya ne qanûnî biryareke zelal nehate dayînê.

Lê beşdaran li hev kirin ku li dijî sûcên li daristanan tên kirin têkoşîn bikin.

Her wiha heşt welatan biryar dan ku wek Lûtkeya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyîher her sal bicivin.

Back to top button