“Divê gel xwe li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rêxistin bike”

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi semînerekê balkişand ser girîngiya şerê gel ê şoreşgerî û serkeftina wê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê.

Ciwanan bi dirûşma “Cenga azadiyê bi ser bixin û tevlî şerê gel ê şoreşgerî bibin”
Semîner li navçeya Til Hemîsê li dar xist.

Endamê Rêveberiya PYD Hiyal El-Xiwêr semîner bi rêve bir, balkişand ser girîngiya şerê gel ê şoreşgerî ji bo gelan û rêbazên meşandina xebatan li gorî wî û got:

“Şerê gel ê şoreşgerî, şerekî demdirêj e. Bingeha wê, piştgiriya gel, spartina xwe û berxwedana li hember dijmin û êrişan e.

Her weha ji bo xilasiya gelan ji koletiyê gelek girîng e û serkeftina wê di xwedîderketina gel li hev de ye.

Dawiyê, El Xiwêr destnîşan kir ku divê xelkê herêmê xwe li gorî têgeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin, ji ber ku êrişên dewleta Tirk û xetereya DAIŞ’ê dewam in.

“Pêwîste gelê herêmê li Rêber Apo xwedî derkevin”

Back to top button