Şêniyên Eyn Îsayê tercîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî ji Rêber APO nehatiye girtin.
Herî dawî jî cazayê displînê ji bo 6 mehan, Qedexeya hevdîtinê hate ragihandin.
Şêniyên navçeya Eyn Îsa bi çalakiyekê peyama bilindkirina asta berxwedan û tekoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan.

Meş ji pêşiyan Mizgefta Mezin dest pê kir û li Çarxerêya Şehîd Cûdî veguherî mitîngê..

Bi sedan ji şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî beşdarî çalakiyê bûn.

Di mêtingê de, Li wir Endama Kongra Star Hedle Muslim axivî.

Hedle bal kişand ser tecrîda li dijî Rêber Apo û wiha got:

Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê li dijî Rêber Apo dixwaze îradeya wî bişikîne, ji ber ku gelên azadîxwaz fikrên Rêber Ocalan wekî rêya pêkanîna azadî, edalet, demokrasiyê dibînin.

Hedle, bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar kiryarên dermirovî yên ku li Imraliyê tên kirin, rexne kir.

Hedle Muslim dawiyê diyar kir ku bi berxwedan û tekoşîna me, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.

“Erdogan ji belavbûna fikrê Rêber Apo ditirse”

Back to top button