“Erdogan ji belavbûna fikrê Rêber Apo ditirse”

Çalekvanên herêmê li dijî biryara qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo re bertek nîşan da.
Çalekvanan tekez kir ku Erdogan ji belavbûna fikrê Rêber APO ditirse.

Çalakvanê mafên mirovan Şewax El Elî derbarê mijarê nêrînên xwe parve kirin got:

Rêber Apo tu sûc nekiriye heta ku tecrîd bê dirêjkirin.

Tu sedemeke qanûnî ya ferzkirinê tune ye.

Ev biryar, biryara çeteyên mafyayê ye.”

Li gorî El Elî, tu sedemên qanûnî yên dirêjkirina qedexeya hevdîtinê tune ne.

“Sedem tenê ew e ku Erdogan ji belavbûna fikrê wî ditirse.”

Her wiha Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Seed El Qehîs jî got:

“Erdogan, kujer û sûcdar e. ”

El Qehîs nerazîbûna xwe li hember siyasetên tecrîdê anî ziman:

“Heta kengî ev zulm û bêdengî dê berdewam bike?

Çima kesek rê li pêşiya kiryarên Erdogan nagire?

Di dawiyê de El Qehîs bang li gelên cîhanê kir ku pêwîst e bikevin tevgerê.

Bedran Çiya Kurd: Dewleta Tirk dixwaze Îmraliyê bê îrade bike

Back to top button