Şaredarê berê yê Bajarê Fîlattîera yê Îtalyayê Paolo Zammori ragihand ku fikrê konfederalîzma demokratîk ê Rêber APO rêyeke nû ye ji bo sosyalîzmê û got,
“Ev fikir bandorê li çep a cîhana Rojava jî dike.
Şaredarê berê yê Bajarê Fîlattîera yê Îtalyayê Paolo Zammori ku ‘welatîbûna rûmetê’ dabû Rêber APO.
Paolo Zammori sala 1999’an piştî hevdîtina 2 saetan a li Romayê ya bi Abdullah Ocalan re, salên dûr û dirêj li ser pirsgirêka Kurd û fikrê Konfederalîzma Demokratîk kar dike û vî karê xwe hîn jî didomîne.
Zammori destnîşan kir ku vî fikrê Abdullah Ocalan bandor li çep a cîhana Rojava kir, konfederalîzm ji bo sosyalîzm û edaleta civakî rêyeke nû ye.
Zammori ragihand, ku Abdullah Ocalan teorîsyenekî mezin e û diyar kir ku ew bi xwe jî hewl dide li Îtalyayê fikrê konfederalîzmê belav bike.