Li Diyala 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Saziya Îstîxbarata ya Iraqê ragihand ku hêzên wan li Diyalayê 3 çeteyên DAIŞ’ê, girtine.

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

”Hêzên me li parêzgeha Diyalayê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xistin.

Di encama operasyona hêzên me de şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 3 çeteyan pêk dihat hat girtin.

Her wiha çek û kel û pelên bi çeteyan re jî hatin desteserkirin.”

Saziya Îstîxbaratê ragihand ku çeteyên hatine girtin xwarin dibidin cihên ku DAIŞ xwe lê vedişart.

Back to top button