Partiynên siyasî têkildarî êrişên li ser Efrînê panelek li darxist

Salvegera 6. a êrişên li ser Efrînê nêz dibe.
Bi vê boneyê çalakî tên li dar xistin.
Partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Dagirkirina Efrînê ji bo Tirkan girêkeke dîrokî ye” panelek li dar xist.
Kordînasyona Partiyên Siyasî yên Efrîn û Şehbayê jî gotin, ji bo vegera li efrînê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.

Li Şehbayê, partiyên siyasî yên Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Dagirkirina Efrînê ji bo Tirkan girêkeke dîrokî ye” bi beşdariya nûnerên Rêvberiya Xweser, rûspiyên heremê, PYD, TEV-DEM û siyasetmedarên ji Helebê panelek li dar xist.

Panel ji hêla Mihemed Hesen û Eyşe Hiso ve hate birêvebirin.

Beşa yekem a panelê bi sernavê ‘Dagirkirina Efrînê berdewamiya krîza mirovî û hevkariya hêzên navneteweyî ye’ ji hêla hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Silêmen Cefer ve hate xwendin.

Cefer got:

Efrîn bi guhertina demokratîfîk re rû bi rû dimîne, ev yek jî rê li hember krêzan vedike, bi van guhertinan dixwazin ku niştecihên wê yên resen jê derxin.

Li hemberî kiryarên dewletê Tirk û çeteyên wê, rêxistinên mafê mirovan jî bê deng in.

Gelê me yê di hundir Efrînê de her tim rastî êriş tê.

Divê ev kiryarên di hundir Efrinê de zu bê dawîkirin û gel veger cih û warê xwe.

Beşa duyem a panelê bi sernavê ‘Efrîn wek derzî di çavên Tirkên nijadperist de ye’ ji hêla berdevkê Partiya Demkrat a Kurd li Sûriyê Mehemd Hemduş ve hate xwendin.

Hemduş ev tişt anî ziman.

Hemû komployên êrişker ên toranî yên ji bo tunekirina neteweya Kurdî di tevahî dîrokê de bi ser neketin û ne jî ew ê bi ser kevin.

Hemû xeyalên dewleta Tirk a faşist li hember gelê Kurd ê xwedî maf bi ser neketin û ne jî ewê bi ser bikevin.

Dawiyê li ser her du beşên panelê nîqaş hatin kirin û hat diyarkirin ku heya Efrîn rizgar bibe divê gel li hember êrişan li ber xwe bide.

Back to top button