Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E bi daxuyaniyekê, bang li gelê Kurd kir ku li dîjî êrîşên qirker bisekinin û di meha Adarê de têkoşîn û berxwedana xwe bi azadiyê misoger bikin.
KCDK-E’ê daxuyaniyek weşand û got:
“Meha Adarê ji bo gelê Kurdistanê meheke hem ji komkujî û hem berxwedanê ye.
Di dewama daxuyaniyê de KCDK-E’ê ev tişt anî ziman
“Em di salvegera komkujiyên Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrînê de ne ku bi destê dewletên mêtinger di meha Adarê hatin kirin.
Mêtîngeran her tim hewil da têkoşîna gelê Kurd bide tepisandin.
KCDK-E: Deshilatdariyê mirovên me di bin avahiyan de hiştin
Vê dewletê piştî erdheja 6’ê Sibatê ya li Kurdistanê bi sed-hezaran mirovên me di binê avahiyên hilweşiyayî de hişt û bi vî rengî ew qetil kir.
Ji bo temenê desthilatdariya xwe ya talan, derewîn dirêj bike, serî li her rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê dide.
KCDK-E: Pêwiste li ser bingehê yekitîya netewî têkoşîn mezin bibe
Bi navê KCDK-E’ê em bang li gelê Kurdistanê dikin ku li ser bingeha yekîtiya neteweyî, bi bilindkirina têkoşînê, azadiya gelê me ku daxwaza şehîdên me bû, misoger bike.”