Çeteyên DAIŞ li çolistana Dêrazorê êrişî karkerên kîvkaran kirin

Çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Dêrazorê êrişî kesên ku li kîvkaran digeriya kir, di encamê de leşkerekî hikmeût hate kuştin û sivîlek birîndar bû. Li bakurê Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer teqiya, di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest dan

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêma Kebaca ya li ser riya Dêrazor-Şamê çeteyên DAIŞ’ê êrişî çend kes ku li kîvkaran digeriyan kirin.

Di nav kesên ku li Kîvkaran digeriyan leşkerên hikûmetê hebûn û di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikûmetê şer derket.

Di encamê de leşkerekî hikûmetê hate kuştin û welatiyek birîndar û yekî din jî ji aliyê çeteyan ve hate revandin.

Li Dêrazorê mayînek teqiya, zarokek jiyana xwe ji dest da

Her wiha çavdêriya Sûrî ragihand ku li gundê El Herac yê li bakûrê Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer teqiya.

Di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da û birîndar jî hene.

Back to top button