HPG’ê: Li herêma Metîna 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatn kuştin

Gerîlayên Azadiyê çalakiyên xwe ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê roja fedayîtiyê didomînin.
Gerîlayan li herêma Metîna li dijî artêşa Tirk çalakiyên bi bandor pêk anîn.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de 12 leşker hatin kuştin û çepereke dagirkeran jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê ku bi ruhekî fedayî li dijî tevgera dagirkeriyê a Artêşa Tirk ya mêtinger şer dikin, çalakiyên xwe ên bi armanca silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedayîtiyê didomînin û ev agahî hat parvekirin;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Savaş Mereş ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna;

25’ê Hezîranê hêzên me li dagirkeran xistin ku hewl didan ber bi tûnelên şer yên Girê Şehîd Zemanî a li Qada Girê Hekarî ve bi pêş de werin.

Piştî şerekî 30 deqe dagirker neçar man paşde vekişin. Li vê derê hêzên me dest danîn ser dûrbîneke lazerê a dagirkeran.

Li Girê Şehîd Çekdar a bi ser Qada Girê Cûdî jî li dagirkeran hate xistin û di encama lêdana bi bandor a hêzên me de dagirker di nava tirsê de li erazî belav bûn.

Dîsa heman rojê ango 25’ê Hezîranê ji du hêlan ve li dagirkerên li dora tûnelên şer yên li Girê Şehîd Akîf a bi ser Qada Girê Hekarî ve hat xistin.

Di çalakiya baskê yekemîn de ku li çepereke dagirkeran hate xistin 4 dagirker hatin cezakirin û çeper jî hat rûxandin. Baskê duyemîn jî ji nêzîk ve li komeke dagirkeran xist û 3 dagirker hatin cezakirin.

Li Qada Girê FM jî 5 caran bi şêwazê sekvaniyê li dagirkerên hat xisitin û 5 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê eşkere kir ku di encama van çalakiyan de bi giştî 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek hat rûxandin û dûrbîneke lazer hat desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand roja 25’ê Hezîranê qadên berxwedanê yên gerîla 16 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û 6 caran jî bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button