Fransa bo Tirkiyê; hilbijartina xwe bike

Bi mijara serlêdana endamtiya Swêd û Fîlandiya bo NATO re, di nava NATO yê de aloziya heyî zêde dibe.
Tevî ku piraniya welatên endamên NATO ji bo endamtiyê bi erênî temaşe dikin jî lê Tirkiye dixwaze, ev welat daxwazên wê pêk bîne.
Daxwazên wê jî bêdengkirina dengê gelê kurde.
Ev helwesta Enqerê, li nava welatên endamên NATO nerehetî daye avakirin.
Fransa bi awayekî eşkere bang li Tirkiyê kir ku hilbijartina xwe bike.

18’ê Gulanê piştî serlêdana Swêd û Fînlandiya ya ji bo NATO yê, Tirkiye dixwaze vê yekê weke kaxezekê bikar bîne.

Ji ber ku Tirkiye baş dizane, heta 30 endamên NATO biryarê erê neke, endamtiya van welatan ne pêkane.

Helwesta Enqerê li nava welatên Rojava jî nerehetî daye avakirin.

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîne Colonna, ya ji rojnameya Joûrnal du Dîmancheyê re axivî, got:

“Berpirsyariyên Tirkiyê hene û divê tercîha xwe bike.”

Colonna pirsa “Dixwaze tifaqê xurt bike ya li dijî ye?” kir û da zanîn ku ji ber vê rewşê, dike ku wek endameke NATO’yê mirov liv û tevgera Tirkiyê bide ber pirsan.

Colonnayê got:

“Rabûna li ber ketina nav NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê, wek endameke NATO’yê dike mirov ji kirinên Tirkiyê bikeve şik û gumanê.”

Wezîra Fransayê Colonna her wiha anî ziman ku Tirkiye endameke girîng a NATO’yê ye û ev tişt anî ziman:

“Fînlandiya û Swêdê terciheke dîrokî kir.

Ketina wan a nav NATO’yê ji xêra ewlehiya Ewropayê re ye.”

Ji hevdîtinên 20’ê Hezîranê yên navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiya ku li Brukselê pêk hat de ti encam derneket.

Ji ber helwesta Tirkiyê, endamtiya NATO’yê ya bi lez û bez a her du welatan beriya civîna 28’ê Hezîranê ya li Madrîdê bû ji mecbûrî.

Dewleta Tirk, neyartiya Kurdan dike sedema bingehîn li ber endamtiya NATO’yê ya her du welatan.

Li gor Koşka Serokomariya Fransayê, Emmanûel Macron jî wê di civîna lîderên NATO ya 28’ê Hezîranê de ji Tirkiyê bixwaze ku helwesta xwe ya di bin banê NATO’yê de eşkere bike.

Back to top button