Şêniyên Girkê Legê û Til Koçerê banga vekirina deriyê Til Koçerê kir

Şêniyên bajarokê Girkê Legê û Til Koçerê bang li aliyên têkildar kirin ku deriyê Til Koçer were vekirin. 

Şêniyan diyar kir ku ji bo barê buhabûna kelûpelan siviktir bibe, divê deriyê Til Koçerê were vekirin.

Şêniyê bi navê Ebdulrezaq Mesûd anî ziman ku ew ji ber vê bihabûnê gelek zehmetiyan dikşînin û xwest ku deriyê Til Koçer bê vekirin.

Şêniyê bi navê Cemîl Mistefa jî bang li aliyên têkildar kir ku derî vebe, da ku aloziya heyî were çareserkirin.

 

Back to top button