Esed biryara pûçkirina girêbestên bazarên azad ên bi Mexlûf re da

Nakokiyên di navbera serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf kûrtir dibin. Herî dawî hikumeta Şamê biryara pûçkirina hemû girêbestên beranîna bazarên azad, bi kompaniya Mexlûf re pûç kirin.

Di çarçoveya nakokiyên di navbera serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf de, hikumeta Şamê di biryareke nû de, hemû girêbestên bi kompaniya Ramî Mexlûf re, yên girêdayî rêvebirin û beranîna bazarên azad, pûç kirin.

Mexlûf, bi salane destê xwe daniye ser van bazaran û rê nade ti kesî ku hevrikiya wî bike.

Li gorî biryarê, girêbestên bazarên azad ên bi Mexlûf re, li Cideydit Yabûs ku dergehekî sînorî bi Libnanê re ye, navenda Nesîb ya li ser sînorê Urdinê, navenda Bab El-Hewa ya li ser sînorê Tirkiyê, her wiha bazarên azad ên li bendergeha Laziqiye, bendergeha Tertûsê, balafirgeha Şamê, balafirgeha Helebê û balafirgeha Basil a li Laziqiyê, tên pûçkirin.

Her wiha girêbesta Ramî Mexlûf bi dezgeha Gumrikê ya hikumeta Şamê re jî bidawî dibe.

Biryara hikumeta Şamê dibêje, eger Mexlûf di nava 15 rojan de hemû pereyên jê tên xwestin nede, hikumeta Şamê wê dest deyne ser baregehên wî yên ku di beranîna bazarên azad de bikar di’anîn, tevî tiştên di hindirê wan de.

Nîsana borî, hikumeta Şamê daxwaza 140 milyar lîreyên sûrî ji Mexlûf kiribû.

4 Hezîranê jî, Esed dest danî ser kompaniya pêwendiyan ”Syria tel” a Mexlûf û pasewanekî dadmendî li ser danî.

Berya wê jî Esed, biryara qedexeya derketina ji welêt, li ser Mexlûf sepandibû.

Back to top button