Koçberên Şengalê: PDK vegera me ya Şengalê asteng dike, em jî bi israr in ku vegerin

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi behaneya vîrûsa Corona û qedexeya hatinûçûnê, vegera koçberên Şengalê ya li cih û warê wan, asteng dike. Koçber jî bi israr in ku vegerin xaka xwe.

Koçberên ji Şengalê yên ku li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin, jiyaneke zehmet û pirsgirêkên aborî û xizmetguzariyê dijîn.

Aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovî jî, pêşkêşkirina alîkariyê ji bo wan rawestandiye.

Şengaliyên ku li kampa Şarya ya Dihokê dimînin, êş û azarên xwe bi Roj Newsê re bi par ve kirin.

Koçber Elî Xelef diyar kir ku tevî astengkirina çûnûhatinê, metirsiya vîrûsa Koronayê hêj dewam e.

Elî anî zimên ku, rêveberiya Dihokê, karûbarên fermî ji bo vegera wan pir dereng dixin.

Koçber Ayîd Kemo jî got:

“Kesên ku ji kampê derdikevin derve, nema dikarin vegerin. Ev 3 meh in, nahêlin ez vegerim kampê. Em ji rewşê bêzar bûne û dixwazin vegerin Şengalê”

Li Dihokê 21 kampên koçberan hene. Ji wan 17 ên koçberên Şengalê ne.

Back to top button