Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî: Roja em vegerin warê xwe ji bo me cejin e

Ji ber ji cih û warên xwe dûr in, kêfa koçberan di cejnê de kêm e.
Îsal jî koçberên Efrîn û Girê Spî di kampan de cejna Remezanê pêşwazî kirin.
Bi hêviyeke mezin dibêjin:
“Heta em dûrî xaka xwe ne cejna me tune ye, cejna me roja vegera me ye.”

Koçberên herêmê ne weke her kesî, cejnê pêşwazî dikin.

Di dilê wan de hêvî û xwestek tenê heye, ew jî vegera li warên wan e.

Îsal jî koçberên Efrîn û Girê spî di kampan de cejna Remezanê pêşwazî dikin.

Koçber hêvî dikin ku herêmên wan rizgar bibin..

Vegerin wir û cejna xwe bi xizm û cîranên xwe re pîroz bikin.

Koçberên Girê Spî jî yên ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji ber êrişa dewleta Tirk koçber bûn, ev hêviya wan bû..

Hêviya koçbera bi navê Şaha El Mustefa vegera li warê xwe ye.

Hêviya koçberên Efrînê yên li kampên herêma Şehbayê jî dimînin jî mîna hêviyên koçberên Girê Spî ye.

Ew jî hêvî dikin ku warê wan rizgar bibe û lê vegerin.

li kêlek hêviya vegerê, hêvî kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Back to top button