KON-MED’ê banga tevlîbûna meşa Lozanê kir

KON-MED’ê têkîldarî Peymana Lozanê daxuyaniyek weşand, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ti wateya nexşeyên ku 100 sal berê hatine çêkirin nemaye û banga tevlîbûna meşê kir.

Hevserokatiya KON-MED’ê bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna meşa Lozanê kir.

KON-MED’ê diyar kir ku Peymana Lozanê Kurdistan kir çar parçe, qirkirin ji bo Kurdan anî û got:

” Pergala Lozanê, pergala qirkirinê ye.

Divê êdî ji vê pergala qirkirinê re bibêjin bes e!

Kurd jî qurbaniyên pergala qirkirinê ya Lozanê ne.

Divê gelên ji ziman û çandên cuda yên Kurdistanê jî, ji Peymana Lozanê re bibêjin bes e!

Wateya nexşeyên ku 100 sal berê hatine çêkirin nemaye.

Daxwaza statûya Kurdistanê wê ber li pergala qirkirinê bigire

Bi vê boneyê em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku tev li meşa Lozanê bibin.”

Meşa Lozanê wê 22’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bê lidarxistin.

Back to top button