“Gelên Kurdîstanê peymana Lozanê qebûl nake”

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ku di çalakiya li ber avahiya NY’yê ya Cenevreyê de axivî, banga tevlêbûna meşa girseyî kir ku wê bi boneya salvegera Peymana Lozanê 22’yê Lozanê bê lidarxistin.

Çalakiya bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo ji 2021’e heta niha her roja Çarşemiyê li ber Avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, berdewam e.

Siyasetmedar Yuksel Koç ku li ser navê Komîteya Lozanê ya li dijî Peymana Lozanê di vê çalakiyê de axivî.

Koç şoreşa rojava slav kir û bang li her kesî kir ku li Şoreşê xwedî derkevin.

Yuksel Koç li ser peymana Lozanê jî wiha axivî:

”Bingeha Qetlîama Geliyê Zîlan, Agirî, Koçgirî, Mahabad û Helebçeyê, Peymana Lozanê ye.

Gelên Kurdistanê vê peymanê qebûl nakin.

Lewma meşa ku wê 22’yê vê mehê li Lozanê bê kirin, pir giring e.

Kurd divê vê çalakiyê wek erkeke neteweyî bibînin.”

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina diruşman bi dawî bû.

Back to top button