Li Mexmûrê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin

Li Mexmûr û Silêmaniyê 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Di şahiyê de banga xwedî derketina sîstema netewa demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 11’mîn salvegera Şoreşa 19’yê Tîrmehê şahiyek ya pîrozbahiyê hat lidarixistin.

Li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî.

Budak şehîdên şoreşê bibîr anî banga xwedîderketina pergala netewa demokratîk kir.

Li Silêmaniyê salvegera 19’ê Tîrmehê bi coşek mezin hat pîrozkirin

Li bajarê Silêmaniyê jî ji bo 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîrozbahî hat lidarxistin.

Li ser girîngiya salvegera Şoreşa Rojava, Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd axivî.

Siwêd diyar kir ku 11 salin Şoreşa Rojava li dijî her cure êrîşên dagirkeriyê û konseptên li dijî Rojava têdikoşe.

Her wiha Siwêd balkişand ser rola jinê da zanîn ku Şoreşa Rojava di asta navnetewî û cîhanê de weke şoreja jinê tê naskirin.

Back to top button