Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê welatiyên Êzidî vegerin ser axa xwe

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser rewşa dawî ya Şengalê û lêkirina dîwarê navbera Şengalê û Rojava de civiya. Rêveberiyê bang li xelkê Êzîdî yên di kampên PDK’ê de dimînin kir ku vegerin ser xaka xwe.

Piştî civînê Rêveberiyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên hate dayîn.

Azad Hisên diyar kir haya civaka Êzidî ji hemû zext û zordariyên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku li ser Êzîdiyan tê kirin heye.

Azad Hisên bang li koçberên Êzîdî yên li kampên PDK’ê dimînin kir ku li dijî planên PDK’ê yên li ser wan dimeşîne hişyar bin û vegerin ser warê xwe û welatê xwe ava bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser armanca lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de û hate gotin: “Dewleta Tirk dixwaze bi rêya vî sînorî nefesa navbera Êzidiyan û Rojavayê Kurdistanê de qut bike.”

Back to top button