Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê we hat revandin û aqubeta wî nayê zanîn.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnameger Silêman Ehmed daxuyani da.
DFG”ê got: “PDK bila dev ji van kiryarên xwe yên derhiquqî berde û Silêman Ehmed serbest berde.”
Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 100 rojin agahî nayê girtin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnameger Silêman Ehmed ku hatiye revandin û 100 roj in agahî jê nayên girtin bi serenavê “Rojnameger Silêman Ehmed 100 rojin di bin zilmê de ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:
“Ev bû 100 roj… Sed roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed, nayên girtin.
Ev sed roj in Silêman di bin zilm û zordariyê de ye.
PDK û rêveberiya Başûr çav û guhên xwe girtine, qet deng nabihîsin, qet bersiv nadin.
Gelo Silêman Ehmed di çi rewşê de ye, jiyana wî di bin talûkeyeke çawa de ye, kes nizane.
Lewma tevahiya heval û hogirên wî, malbata wî ji vê rewşê bi fikar in.
DFG: PDK û Rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe sûc dikin
DFG’ê di dewama daxuyaniya xwe de got PDK bi wê helwesta xwe sûc dike û domand:
“Em bi awayekî vekirî dibêjin ku PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe sûc dikin.
Li seranserê cîhanê, bi taybet jî welatên demokratîk ji bo rojnamevan bêne parastin, hewldan hene.
PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe ji welatên herî paşverû bêhtir li paş maye û tevahiya nirxên mirovahiyê bin pê dike.
DFG: Bêdeng nemînin û doza azadiya Ehmed bikin
DFG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû sazî û dezgehên rojnemegeriyê kir ku bêdeng nemînin û got:
“Ev nêzîkatî polîtîkayeke qirêj û pir xeter e. Bi vê rêbazê azadiya çapemeniyê ji holê tê rakirin.
Em weke rojnamevanên vî welatî, van kiryarên faşîzan û derhiquqî qebûl nakin.
Em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in û dixwazin demildest agahiyekê jê bigirin.
PDK bila dev ji van kiryarên xwe yên derhiquqî berde û Silêman Ehmed serbest berde.
Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê û raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin.
Bila bê zanîn ku tu hêz nikare dengê rojnamevanên birûmet qût bike!”