Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê, banga tevlêbûna meşa 22’ê Tîrmehê kir û got: ”Em hemû ragihînin ku vê peymanê qebûl nakin.”
Ji bo salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê wê 22’ê Tîrmehê li Lozanê meş û mîtîngeke navendî bê lidarxistin.
Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna mîtîngê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, gelên Rojhilata Navîn, di çarçoveya Peymana Lozanê de ji hemû maf û awayê xwe yê jiyanê yê takekesî bêpar hatine hiştin.
Zext, astengkirin û şer, encamên peymanê ne. Jin û ciwan û zarok jê pir bi bandor bûne.
YJK-S’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha anî ziman:
Em hemû dixwazin dengê xwe ji vê peymana li Lozanê re bikin.
Armanca hevpar, li dijî kuştina mirov, xweza û jîngehê, azadbûn e.
Lewma me bang li gel kir ku tev li meş û mîtînga 22’yê Tîrmehê bibe.
Em ragihînin ku vê peymanê qebûl nakin.