Efxanistan..Talîbanê beşek herêmên stratejîk yên li Bakurê welat kontrol kir

Li Efxanistanê, Talîban herêmên nû kontrol dike.
Navçeya Smam Sahib a bajarê Kunduz, ku li bakurê Efxanistanê ye, ket bin kontrola Talîbanê.

Çavkaniyên polîsan ragihandin ku çekdarên rêxistinê navenda bajêr dorpêç kirine.

Talîban deriyê sînor ê Şirhan ê di navbera parêzgeha Kunduz û Tacîkistanê de xist bin kontrola xwe.

Cîgirê Konseya Parêzgeha Kunduz Amruddin Velî di daxuyaniya çapemeniya ku dayî de got:

Çekdaran şevê din, êrişî deriyê sînorî Şirhan yê di navbera Efxanistan û Tacîkistanê de kirin.

Di pêvajoya vekişîna DYA û NATO ya ji Efxanistanê re, tevgera Talîbanê li welat zêde bûye.

Di vê navberê de, Berdevkê Talîbanê Zebihullah Mucahid piştrast kir ku Smam Sahib di destê wan de ye.

Di şerê li herêmê de, 35 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bilî navendên bajaran, Talîban ji sedî 50 heta 70’ê xaka welêt kontrol dike.

Her wiha li seranserî welat ji 407 navçeyan 130’an kontrol dike.

Li gelek bajarên Efxanistanê, piştî ku rêxistinê êrîşên xwe zêde kirin, gel dest bi çek hilgirtin ku li dijî Talîban şer bikin.

Back to top button