Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya êrişên meha Çile eşkere kir

Dagirkeriya Tirkiyê li xeta Efrîn û Şehbayê jî di meha çile de êrişên xwe ranewestand
Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê bilançoya êrîşên meha Çile eşkerekir û ev agahî da:
Di mehekê de bi çekên giran herêma Şehba-Efrînê Hezar û 858 caran hatiye topbaran kirin
Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên 152 caran êrîşî 55 deverên Efrîn û Şehbayê kirin e.

Dewleta tirk a dagirker ji bo berxwedan û têkoşîna xelkên herêma Efrîn-Şehbayê têkbibe hema bêje rojane van deveran topbaran dike.

Taybet jî di van êrişan de sivîlan dike armanc da ku bide koçberkirin.

Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê bilançoya êrîşên meha Çile ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê pêk anîne eşkere kirin.

Li gorî bîlançoyê dagirkeran di navbera 1 û 31’ê Çileyê (2024) de 152 caran êrîşî herêmên Efrîn û Şehbayê kirin.

Di êrîşên ku bi topên obus, hawan, tang, bombeavêj, roketên B7, moşekan û dronên xwekuj pêk hatin de, 55 deverên Efrîn û Şehbayê hatin hedefkirin.

Her wiha di tevahiya mehê de balafirên keşfê û yên şer li ser herêmê geriyane.

Li gorî bîlançoyê dagirkeran di tevahiya mehê de 961 guleyên obusan, 748 guleyên hawanan, 72 guleyên bombeavêj, 73 guleyên tangan û 4 fuze avêtin herêmê.

Di êrîşa 17’ê Çile ya li ser gundê Şealê de ji heman malbatê 3 kes birîndar bûn.

Di êrişa li ser gundê Soxanekê de jî leşkerekî Hikûmeta Şamê birîndar bû.

Li gundê Soxanekê droneke xwekuj (întixarî) ya dagirkeran hat xistin.

Di vê mehê dê Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) jî weke bersiva êrişên li ser herêmê derbên giran li dagirkeriya tirk xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî 30’ê Çile ragihand ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê çalakiyek lidarxist.

Di encama çalakiyê de gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.

Back to top button