SOHR: Li herêmên dagirkirî di 5 mehan de 146 kes hatin kuştin

Li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên xwe dagirkirine, bi her awayî sûc û hovîtî lê dewam dike.
Navenda Çavdêriyê ya mafên mirovan a Sûriyê, binpêkirin, kuştin, revandin, talan û desteserkirina mal û milkên welatiyan ên li herêmên dagirkirî ên di 5 mehên dawî de eşkere kir..
Li gorî çavdêriyê, di nava 5 mehan de, 146 kes li van herêmên dagirkirî hatin e kuştin.

Navenda Çavdêriyê ya mafên mirovan a Sûriyê, binpêkirin, kuştin, revandin talan û desteserkirina mal û milkên welatiyan ên li herêmên dagirkirî di 5 mehên dawî de belge kir..

Ev herêmên ku ewqas binpêkirinên di çarçoveya sucên şer de bi destê çeteyên dewleta Tirk pêk tên, Erdogan jêre dibêje herêmên bi ewle.

Li gorî çavdêriyê sûcên dewleta Tirk di 5 mehên derbas bûyî de wiha ne:

Di nav de 57 sivîl, 12 zarok û 4 jin bi giştî 146 kes hatin kuştin.

272 kes ji sivîlan û çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn.

60 carî komên çete yên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi hevketin û di nav de jî bi eşîran re ketin nava şer..

Di encamê de 2 jê zarok, 7 sivîl, 54 kes hatin kuştin.

37 Teqîn pêk hatin, 26 kes ku ji wan 8 sivîlin hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn..

Îstîxbarat û çeteyên dewleta Tirk 341 kes li herêmên dagirkirî girtin.

120 kes piştî ku malbatên wan fidye dan hatin berdan û yên mayîn hîn girtî ne..

Ji wan 51 kes li Efrînê, 64 kes hatin revandin.

531 binpêkirinên mîna desteserkirin û dizîna malên welatiyan, dikan, erebe, erdên çandiniyê pêk hatin.

Avakirina Mêtîngehan li herêmên dagirkirî û guhertina Demografiyê didome..

Beşa duyem a Mêtîngehan a bi navê gundê Besma li gundê Şadîre hat vekirin.

Mêtîngeh ji xelkê Humis ê koçber re li navçeya Şera tên avakirin.

Mêtîngeh li gundê Axcilê yê Cindirêsê û gundê Omera ê Şera tên avakirin.

Li gorî çavdêriya mafê mirovan a Sûrî, rewşa aborî jî ya li van herêman xirab be û xelk di nava aloziyê de ye..

Ev yek jî bû sedem li gelek bajarên dagirkirî dakevin qadan..

Back to top button