YE 110 hezar dozên bo vîrûsa Meymûnê dikire

Vîrûsa Meymûn, welatên Ewropa xistiye nava tevgerê.
Yekîtiya Ewropayê (YE) wê 110 hezar dozên derziya meymûnê bikire da ku ji welatên endam re bişîne.

Endama Komîsyona YE ya ji tenduristiyê berpirsyar Stella Kyriakides, dema ku li Luksemburgê derbasî civîna wezîrên tenduristiyê yên Yekîtiya Ewropayê bû daxuyanî da.

Stella Kyriakides diyar kir ku ew ê îro peymana kirîna 110 hezar dozên meymûnê îmze bikin û diyar kir ku ew ê di dawiya meha Hezîranê de dest bi radestkirina yekem ji welatên endam re bikin.

Kyriakides da zanîn ku heta niha li welatên YE derdora 900 haletên nexweşiya meymûnê hatine dîtin.

Li seranserê cîhanê jî hejmara pêketiyan nêzî 1,400 e.

Kyriakides anî ziman ew ê di civîna wezîrên tenduristiyê yên YE de rewşa belavbûna Covid-19’ê jî binirxînin.

Back to top button