Yekîtiya Ewropayê: Me 26 milyon alîkarî bo Bakur û Rojhilatê Sûrî veqetandine lê rê nîne

Yekîtiya Ewropayê-YE’ê soza dayîna alîkariyên mirovî bo Bakur-Rojhilatê Sûrî dide, lê dibêje ti rêyeke yekser bo gihaştina herêmê nîne.. Li gorî Komîsyona Ewropî, ji sedî 20 alîkarî ji herêmê re hatine veqetandin. Brîtanya jî banga vekirina dergeha Til Koçerê dike.

Komisyona Ewropî plan dike ku alîkariyên mirovî bişîne Bakur û Rojhilatê Sûrî, lê dibêje ew nikarin yekser xwe bigihînin herêmê, ji ber ti rêyeke yekser tune ye.

Li gorî Yekîtiya Ewropayê, 130 milyon Euro weke alîkarî ji Sûriyê re hatine tarxandin.

Komisyona Ewropî Çarşemê teqez kir, ew ê ji sedî 20 ji van alîkariyan ango 26 milyon Euro ji Bakur û Rojhilatê Sûrî re veqetînin, di nav alîkariyên ji bo rûbirûbûna coronayê.

Her wekî Komisyona Ewropî anî ziman, ew ê 1.5 milyon Euro ji bo Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî-WHO’yê biterxînin ku dê tenê li herêmên li jêr destê hikumeta Şamê werin bikaranîn.

Çavkaniyekê ji Komisyonê ji tora The Brussels Times re ragihand ku “hemû alîkariyên YE yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî dê di çarçoveya pêdiviyên sereke de bimînin û dê bi rêya ajansên NY û rêxistinên civaka sivîl ên navdewletî werin şandin”.

Komîsyonê çawanî û dema gihaştina van alîkariyan zelal nekir, lê anî ziman ku WHO û ajansên din ên NY rastî astengiyan tên; taybet di milê şandina madeyên tenduristiyê û pêdiviyên Corona de; yên ji Şamê diçin bo Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Ji derveyî gelek sektoran, pergala tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber girtina dergeha Til Koçerê pir ziyan dîtiye.

Ebdulkerîm Omer: Kikumeta Şamê ti alîkariyan naşîne herêmê

Ebdul Kerîm Omer Hevserokê Birêveberiya Têkiliyên Derve ya (BRS) ji Middle East Diplomatic re ragihand ku “alîkariyên NY heta ku digihên herêmê jî bi rêya hikumeta Şamê tên”.

Omer got:

Rejîma Sûrî biryarê dide ku dê çi ji 5 milyon kes re bişîne. Bi rastî em ti alîkariyan nabînin. Di nav de alîkariyên ji bo rûbirûbûna Corona û vaksînan.

Ji Brîtanyayê jî bangên ji bo vekirina dergehên Sûriyê hatin kirin.

Nûnerê Brîtanya yê bo Sûriyê Hargreaves: Brîtanya banga vekirina dergeha Til Koçerê dike

Nûnerê Brîtanya yê bo Sûriyê Jonathan Hargreaves anî ziman ku welatê wî banga vekirina dergeha Bab el-Selama û Til Koçer dike.

Herdu dergeh di Çileya 2020 bi vitoyeke Rûsî hatibûn girtin û tenê dergeha Bab el-Hewa ya li jêr destê dewleta Tirk û çeteyên wê vekirî hişt.

Back to top button