Artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê careke din gûndewarê navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dûh êvarê gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kirin.
Derbarê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.
Her wiha heman şevê artêşa Tirk a qirker gundê Xalidiyê yê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kir.
Di encamê de şêniyê bi navê Yasir Yûsif ê 28 salî di zikê xwe de birîndar bû.
Şêniyên herêmê Yasirê birîndar ji bo dermankirinê vegûhestin nexweşxaneya li herêmê.