Rêxistinên Bakurê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Partî û rêxistinên li bakurê Kurdistnaê jî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê rabûn. Rêxistinan êriş şermezarkirin û diyarkirin hevdîtina Nêçîrvan Barzanî a Erdogan re tê wateya ku ew jî şirîkên van êrişan e.

Kongeya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî li Buroya Peywendiyan a Navenda Giştî ya DBP’ê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û da zanîn ku Tirkiye dixwest li bajarê Hesekê DAIŞ’ê dîsa zindî bike lê ev armanca wê pêk nehat.

“Hevdîtina Barzanî a bi Erdogan re tê wateya ku ew jî şirîkên êrişan in”

Berdan Ozturk diyar kir ku piştî têkçûna êrişa DAIŞ’ê a li Hesekê, dewleta Tirk bi awayekî hemwext êrişî Mexmûr, Şengal û Dêrikê kir.

Ozturk bal kişand ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re û destnîşan kir pêkhatina vê hevdîtinê nîşan dide ku ew jî şirîkên van êrişan e wiha got,

“Ya ku niha tê kirin, dijminatiya li Kurdan e. Xelkê Mexmûr, Şengal û Rojava bedel dan û DAIŞ têk bir.

Wê li Dêrik, Mexmûr û Şengalê komkujî bên kirin lê hûn ê rojek piştre biçin bi êrişkaran re hevdîtinê bikin. Ev, nayê qebûlkirin. Hevkariya bi dijminên Kurdan re wê tiştekî bi we nede qezenckirin.”

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz jî da zanîn ku armanca dewleta Tirk a ji van êrişan têkbirina destkeftiyên kurdan e wiha got,

“Bi taybet jî Mexmûr, Şengal û Dêrik hatine hilbijartin. Ji ber ku van navendan li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dan.”

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî axivî û diyar kir desthilata AKP-MHP li ber têkçûnê ne û bang li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê kir ku yekîtiya xwe ava bikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin û bi vî rengî bersiva êrişan bidin.

Back to top button