KONGRA-GEL: Faşîzma AKP û MHP’ê ji bo têkçûna xwe biguherîne êrişên xwe zêde kirine

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL jî derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek da. KONGRA-GEL diyar kir ku rejîma dewleta Tirk a faşîst ketiye pêvajoya hilweşandina siyasî û ji ber wê êrişên xwe zêde kirine.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL derbarê êrişa di 20’ê Çileyê de ya li ser Hesekê û êrişên di 1’ê Sibatê de li Mexmûr, Şengal û Rojava pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KONGRA-GEL êrişa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê ku bi piştgira dewleta Tirk ve hate pêkanîn bi bîr xist û wiha got:

Ev êriş ji aliyê QSD’ê ve hate şikandin û dewleta Tirk di heman rojê de êrişî Şengalê kir.

Çawa ku di 26’ê Çileya 2015’an de DAIŞ li Kobanê derbeke giran xwar û têk çû,

Di 26’ê Çileya 2022’an de jî hêzên QSD’ê êrişa DAIŞ’ê a a li Hesekê têk bir û derbeke mezin a duyemîn li çeteyan da. ”

Hevserokatiya KONGRA-GEL diyar kir faşîzma AKP û MHP’ê ji bo vê têkçûnê biguherîne, di 1’ê Sibatê de di heman wextê de êrişî Mexmûr, Şengal û Rojava kir û gelek mirovên sivîl qetil kirin.

KONGRA-GEL got, “Faşîzma dewleta Tirk, dibêje qey ew ê bi van êrişan karibe têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bide sekinandin.

Vê dijminatiya li ser gelê Kurd bûye sedem ku têkoşîna gelê me geştir bibe.

Têkoşîna ku 50 sal in gelê me bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê didomînin, îspata şênber a vî tiştî ye.

Di dewama daxuyaniyê de KONGRA-GEL anî ziman dewleta Tirk li ser înkara gelê Kurd hatiye avakirin û ev polîtîkaya wan a înkar û îmhayê hatiye asta hilweşandinê.

KONGRA-GEL: Divê gelê me di pêvojaya hilweşandina faşîzmê de bi erka xwe rabin

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL di dawî de diyar kir pergala dewleta faşîst di warê siyasî, civakî û moral de di nav hilweşandineke mezin de ye û ev bang li gelê Kurd kir:

Divê gelê me yê li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî di pêvajoya hilweşandina faşîzmê de roleke mezin werbigirin û dostên me jî raya giştî ya navneteweyî têxin nav hewldanan.”

Back to top button