Îro jî li gelek deveran merasîmên oxirkirina şehîdan hebûn. Li Hesekê, Til-Temir, Tirbesipiyê, Til-Hemîs, Til-Birak û Dirbêsiyê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxir kirin. Bi hezaran kes beşdarî merasimên oxirkirna şehîdan bûn û peyama bilindkirina têkoşîna li dijî êrişan û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştî Kobanê, Dêrikê, Qamişlo û Amûdê, îro jî li Hesekê, Til-Temir û Tirbespiyê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxir kirin..
Li Til-Temirê 3 şehîd ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Bi hezaran şêniyên navçeya Til-Temirê, tevlî merasîma oxirkirina 3 şehîdên pêngava Gurzê Gelan bûn..
Merasîm li goristana şehîdan a bajar hat lidarxistin..
Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û QSD’ê axaftin hatin kirin sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwetin..
Piştî axiftinan wesîqeyên şehatedê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin..
Cenazeyên şehîdan bi dirûşm û tililiyan hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê bi merasîmekê 9 şehîd hatin oxirkirin
Li goristana Berkevirê ya Dirbêsiyê jî ji bo şehîdên pêngava Gurzê Gelan merasîm hebûn..
Bi hezaran şêniyên herêmê tevlî merasîma oxirkirina cenazeyê 9 şehîdan bûn..
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan hat dayîn..
Li Tirbespiyê 5 şehîd ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Li goristana şehîdan a Tirbespiyê jî ji bo 5 şehîdan merasim hate lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn.
Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest…
Li ser navê malbatên her 5 şehîdan jî axaftin hatin kirin û soza şopandina riya zarokên xwe yên şehîd dan..
Cenaze bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.
Li Şedadê 3 şehîd ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Li navçeya Şedadê jî cenazeyên 3 şehîdan li goristana şehîdan hat oxirkirin..
Merasîm bi deqeyeqê rizgirtinê dest pê kir…
Bi navê meclisa Şedadê ya Leşkerî Ewad El-Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest…
Ewad El-Hisên diyar kir ku ew ê li dijî êrişên dijmin û terorê û heta dawiyê parastina herêmê bikin..
Piştre, wesîqeya şehîd Ferhan Mistefa, Macid Silêman û Îdan Hemed hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin..
Şehîd di nava tililiyan de hatin oxirkirin..
Li Til-Hemîs û Til-Birak cenazeyê 4 şehîdan hatin oxirkirin
Şêniyên navçeyên Til-Hemîs û Til-Birak yên Qamişlo jî cenazeyê 4 şehîdên QSD’ê û hêzên Asayîşê ku di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn oxir kirin..