Hesîbe Ebdullah: Dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê êriş dike

Sazî û rêxistinên başûrê Kurdistanê jî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê dan. Rêveberên YNK’ê, Tevgera Azadî û Hevpeymaniya Fetih diyar kirin divê sînorek ji êrişên dewleta Tirk re bê danîn û bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hember binpêkirina serweriya welat jî hat rexnekirin.

Di şeva 1’ê Sibatê de, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer Dêrik, Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi giranî bombebaran kir.

Endama Rêveberiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê YNK’ê Hesîbe Ebdullah êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Hesîbe Ebdullah da zanîn ku ev êrişê dewleta Tirk bi piştgiriya hin aliyan tên kirin û bal kişande ser bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê.

Hesîbe Ebdullah diyar ger piştgirî û hevkariya PDK’ê nebe, wê Tirkiye nekare êrişek wiha pêk bîne.

Hesîbe di dawiyê de got:

“Dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan DAIŞ’ê careke din zindî bike.”

Tevgera Azadî: Êrişên dewleta Tirk li ber çavên NY’yê çêdibe, lê deng nake

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî li Silêmaniyê têkildarî êrişan daxuyanî da.

Tevgera Azadiyê diyar kir dewleta Tirk li pêş çavên civaka navneteweyî êrişî Şengalê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku qaşo di bin çavdêriya NY de û Rojava dike û sivîlan dike hedef.

Hat diyar kirin armanca van êrişan têkbirina destketiyan û îradeya azad e.

Hesen Salim: Yên li hember van êrişan bêdeng dimînin xayînin

Her wiha endamê Hevpeymaniya Fetih a Şie a Iraqê Hesen Salim jî li ser hesabê xwe yê Twitter peyamek belavkir û got:

“Yên li beramberî binpêkirinên Tirkiyê, bombebaran û kuştina gelê me bêdeng dimînin xiyanetkarin.

Ne hêjayî wê yekê ne nûnertiya gelê Iraqê bikin.”

Back to top button