Serdana Pûtîn ya ji bo Tirkiyê hat bi paş xistin

Dihat payîn ku serokê dewleta Rûsyayê Viladimir Pûtîn 12’ê Sibatê serdana Tirkiyê bike.
Lê ev serdan ji bo dîrokeke ne diyar hate bi paş xistin.

Pûtîn, piştî êrişa li dijî Ûkraynayê wê yekem car serdana welatekî endamê NATO’yê bikira.

Beriya hefteyekê jî Şêwirmendê Polîtîkaya Derve ya Kremlînê Yuriy Uşakov ragihandibû ku ji bo serdana Pûtîn amadekarî hatine kirin.

Tê texmîn kirin ku hevdîtina Pûtîn û Erdogan di destpêka meha Gulanê de bê kirin.

Pûtîn ji ber bîryara girtinê ya derbarê wî de nikare serdana welatên Rojavayî bike. Dîsa derbarê wî de bîryara girtinê ya Dadgeha Ceza ya Navnetewî jî heye lê berpirsyariya Tirkiyê ya ku li gorî vê bîryarê tevbigere tune ye.

Pûtîn herî dawî meha Çile ya 2020’an serdana Tirkiyê kiribû.

Back to top button