Çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di roja 74’an de ye.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi îsrarin.
Li aliyê din çalakiyên Nobeta Edaletê jî li 7 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dewame.
Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan serdana Nobeta Edaletê ya Wanê kir û got: “Wê demokrasî, aştî û azadî bi saya têkoşîna dayikên me bê vî welatî.”
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 74 rojin di greva biçîbûnê a dorveger de ne.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd de bi îsrarin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku di 27’ê Mijdarê de dest pêkir wê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.
Nobeta Edaletê yên li 7 bajaran bi îsrar dewame
Bi heman awayî çalakiyên NOBETA EDALETÊ jî dewam e.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li bajarê Wanê 66 roje ku dest pê kiriye.
Pervîn Buldan: Wê aştî û azadî bi têkoşîna dayîkan bên
Îro jî Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Pervîn buldan û namzetên hevşaredariyê yên bajar hatin serdana çalakiyê.
Pervîn Buldan diyar kir ku çalakiya dayikan gelek girîng û watedar e û got:
“Ez vê têkoşîna binirx a dayikan silav dikim.
Serdana nobetê ji bo me gelek biwate û biqîmet e.
Heke demokrasî, aştî û azadî bê vî welatî, wê ev bi saya têkoşîna dayikên me be.”
Çalakgerên nobeta edaletê banga azadiya Rêber Apo kirin
Li Amadê jî Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek welatî di tevahiya rojê de hatin serdana çalakvanan.
Di çalakiyê de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo hate nîşandan û daxwaza azadiya wê hate kirin.
Nobetên Edaletê: Em naxwazin ji girtîgehan cenaze werin
Her wiha li Êlih, Îzmîr, Mersîn, Edene û Stenbolê jî çalakiyên Nobeta Edaletê dewam bû.
Li wir jî çalakgeran diyar kirin ku divê girtiyên nexweş bên berdan û gotin:
“Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin.”