Greva birçîbûnê ya girtiyên li zindanan 70 roje didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yê li bakurê kurdistanê û Tirkiyê 70’ê roje bi israsr didome.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwaza xwe a serketinê de bi îsrarin.
Bi heman awayî Nobetên Edaletê jî yên malbatên girtiyan li 6 bajaran dewamin.
Çalakgran bang li Wezareta Dadê û CPT kirin ku tavilî biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 70’ê rojin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd di greva birçîbûnê de ne.

Greva dîlgirtiyên Azadiyê bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Çalakiya ku 27’ê Mijdara 2023 hate dest pêkirin wê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Li 6 bajaran Nobeta Edaletê dewam e

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan jî a bi heman daxwazê li 6 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dewamin.

Çalakgerên li bajarê Wan, Amed, Edene, Stenbol, Êlih û Mêrdînê careke din banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Divê tavilî wezareta dadê û cpt biçin Îmraliyê

Çalakgeran di çalakiyê de balkişandin ser bêhiqûqiyên ku li îmraliyê têne kirin û gotin:

“Bi destê desthilatê li vî welatî gelek derhiqûqtî pêk tên.

Wezareta Dadê û CPT divê tavilî biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Çalakgeran berxwedana girtiyan silav kirin û diyar kirin ku divê bi lez daxwaza girtiyên azadiyê were bicîhanîn.

Çalakgerên Nobetên Edaletê “Meşa Mezin a Azadiyê” silav kirin

Her wiha çalakvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” jî silav kirin û gotin:

“Li tevahiya bakurê Kurdistanê hevalên me, parlamenter, hevserokên me yên bajar û navçeyan û gelê me di Meşa Azadiyê de ye.

Back to top button