Bakurê Kurdistanê-Meşa Mezin a Azadiyê di roja 4. de ye

Li Bakurê Kurdistanê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di roja 4’an de ye.
Tevî hewaya sar û barîna berfê jî ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ didome.
Meşvanên ku gund bi gund bajar bi bajar digerin dibêjin: “Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin di roja 4’an de ye.

Koma ku ji Siyasetmedar û Parlementer pêk tê, îro ji navenda Colemêrgê derketin rê.

Çalakvanan, li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê bi çepik û tililiyan dest meşa xwe kirin.

Bi heman awayî şêniyên li gundê Aşûtê yê girêdayî navçeya Çelê jî çalakvan bi çoşeke mezin pêşwazî kirin.

Tevî barîna berfê jî, eleqeyeke zêde ji bo meşvanan hebû.

Di dema pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Welatiyên ku çalakvan pêşwazî kirin, bi wan re heta derketina gund meşiyan.

Bi heman awayî meşa ku li Qers û Wanê hatiye destpêkirin jî, di roja 4’an de didome.

Li her cihê ku çalakvan diçinê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.

Kolan bi kolan û mal bi mal, tecrîdê û girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibêjin.

Berdan Ozturk: Muxatabê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ku di baskê meşê de ye got:

“Li Tirkiyê krîz roj bi roj girantir dibe. Em di nava kaoseke mezin de ne.

Sedema vê jî kûrkirina pirsgsirêka kurd û ne-çareserî ye, muxatabê çareseriya vê krîzê jî birêz Abdullah Ocalan e.

Baskê meşa Wanê gihişte navçeya Elkê ya Şirnexê

Çalakvanên di baskê Wanê de cih digirin jî gihiştin navçeya Elkê ya Şirnexê.

Meşvan, li pêşiya avahiya partiyê ji hêla gel ve hatin pêşwazîkirin.

Dîlan Kunt Ayan: Armanca binghîn ya meşê azadiya birêz Abdullah Ocalan e

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku bajar bi bajar, navçe bi navçe û gund bi gund bi gel re tên gel hev û got:

“Armanca sereke ya meşa me, azadiya birêz Ebdullah Ocalan e.”

Baskê meşa Qersê gihişte navçeya Panosê

Li hêlekî din, çalakvanên di baskê Qersê de jî di danê piştî nîvro de gihiştin navçeya Panosê.

Li vir jî çalakvan bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo” û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin pêşwazîkirin û paşê derbasî bûroya hilbijartinê bûn û bi welatiyan re civiyan.

Meşa mezin ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 3. de ye

Back to top button