HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, 4 mobesse hatin bêkêrkirin

Li Xakurkê di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de, 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Her wiha, 4 kamerayên mobesse hatin bêkêrkirin.

Li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a qirker çalakiyek bi bandor pêk hat.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji 2 baskan ve li dagirkeran dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê diyarkir ku 3’ê Sibatê gerîlayan li Girê Şehîd Kamûran çalakiyek bi koordîneyî pêk anîn.

Di çalakiya ji 2 baskan ve, li dagirkeran hate xistin de, 2 leşker hatin kuştin û 4 kamerayên mobesse jî hatin bêkêrkirin.

Heman rojê gerîlayên YJA-Starê li dijî Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 2’ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

31’ê Çile û 1’ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker careke din bi balafirên bêmirov û çekên qedexekirî, li herêma Zap û rojavayê wê êriş pêk anî.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi giştî ji 31’ê Çile heta 3’ê Sibatê, 26 caran bi balafirên şer, qadên gerîla yên li Herêma Zap, Metîna û Xakurkê bombekir.

Back to top button