Li herêmên hikûmeta Şamê 10 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên hikûmeta Şamê pêketina 10 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin, wiha jî hejmara giştî ya pêketiyan dibe 338 kes.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku 10 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Li gorî wezaretê ev kes bi riya têkiliya bi kesên nexweş re, vîrûs gihaye wan.

Heta niha li herêmên Hikûmeta Şamê 338 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, ji wan 123 baş bûne û 10 jî jiyana xwe ji dest dane.

Li herêmên hikûmeta Şamê di dema dawî pêketina kesên nû bi vîrûsê zêde bûye.

Duh pêketina 16 kesan û pêr jî 19 kes bi vîrûsa Coronayê hatibû ragihandin.

Back to top button