Li bajarê Reqayê Yekemîn Mihrîcana Pişkojên Firatê bi dirûşmeya “Ji bo zarokatiyê em dijîn” dest pê kir.
Mihrîcan ji aliyê Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîla Reqayê ve hatiye birêxistinkirin.
Bi dehan zarok û malbatên wan ên Reqa û Dêrazorê beşdarî mihrîcanê bûn.
Di mîhrecanê de gelek axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn mihrîcan li zarokan pîrozkirin û diyarkirin ku armanc ji mihrecanê ew e ku dilê zarokan şad bike.
Mihrîcan wê 3 rojan dewam bike.