Zeyneb Mûrad: Ji bo birêz Ocalan divê helwesteke netewî derkeve

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad têkildarî armanca serdanên xwe yên bi aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re axivî û got:
“Me li gel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê tekezî li girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya birêz Ocalan kir, ji ber ku kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye.”
Mihdî Silêman jî derbarê Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de axivî û ev yek anî ziman:
“Hêzên hegemonîk ji bo parastina desthilata xwe komployê didomînin.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK’ê di çarçoveya pêngava’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li Başûrê Kurdistanê mêvandariya şandeke biyanî kir û li gel aliyên siyasî civiya.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad têkildarî sedem û armanca serdanên xwe yên bi aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re axivî.

Zeyneb Mûrad bal kişand li ser armanca wan ji serdanê û wiha got:

“Aramnca me ji serdanê ew bû ku li Başûr ji bo azadiya Birêz Ocalan û aramiya li herêmê helwesteke yekgirtî û netewî bê avakirin.

Yên di siyaset û Parlamentoya Ewropayê de dixebitin, fêm kirine ku birêz Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ji bo çareseriya aştiyane xwedî role.

Bi rakirina tecrîdê em dikarin bighêjin çareseriyeke bingehîn ku ji Bakur heta herêmê û ji wir jî derbasî cîhanê bibe.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad: Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye

Zeyneb diyar kir ku wan li gel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê tekezî li ser girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya Rêber Apo kir û got:

Di hemû hevdîtinên me de derket holê ku çareseriya pirsgirêka kurd di Îmraliyê de derbas dibe.

Her kesî ku me bi wan re hevdîtin kir vê yekî anîn ziman”

Mihdî Silêman: Hêzên hegemon ji bo desthilata xwe komployê didomînin

Yek jî welatparêzê kevin Mihdî Mihemed Sofî Silêman yê ji Qamişlo ku têkildarî komployê axivî û got:

Hêzên hegemon ji ber fikrê Rêber Apo ditirsiyan komplo pêk anîn.

Ji bo parastina desthilata xwe komployê didomînin.”

Mihdî Silêman bal kişand ser qonaxa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev nirxandin kir:

“Bi fikrê Serokatî û dibistana ku ji bo me avakiriye, em bawer in ku wê me bigihîne azadiyê.”

Li Mexmûrê çalakiya nobetê di roja 202’an de ye

Back to top button