Heşd Elşebî: Hejmara kuştiyên di êrîşên Amerîkayê gihişt 36 kes

Di encama êrîşên Amerîka li ser Iraq û Sûriyê de, gelek navendên çekdarên Îranê hatin hedefgirtin û 36 ji wan hatin kuştin.
Her wiha Serokwezîrê Iraqê ji bo kesên ku hatin kuştin, li hemû saziyên xwe 3 roj şîna giştî ragihand.
derbarê êrîşan de, Parlamentoya Iraqê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî daxuyanî dan û gotin:
“Ev êriş, binpêkirina serweriya Iraq û Sûriyê ye û şaşitiyeke mezin û metirsîdare.”

Artêşa Amerîkayê dest bi pêleke nû a êrişên li dijî çekdarên Îranê kir.

2’yê Çile balafirên şer yên Amerîkayê li Sûrî û Iraqê êrişî gelek navendên çekdarên Îranê kirin.

Hêzên Heşdî Şeebî yên girêdayî Fermandariya Operasyonên Enbarê, derbarê êrîşên Amerîkayê daxuyaniyek da û got:

” Di encama êrişên Amerîkayê de hejmara kuştiyan gihîşt 36 kesan.

Em amadebûna xwe ji bo cibîcihkirina her fermaneke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê bo parastina serweriya Iraqê dubare dikin.”

Piştî êrişa Amerîkayê Sûdanî li Iraqê 3 roj şîn ragihand

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî, derbarê êrişa Amerîkayê ya li Enbarê de daxuyanî da û got:

“Ji bo bîranîna şehîdên hêzên me yên çekdar, li hemû dezgeh û saziyên hikûmetê 3 rojan şîna giştî were ragihandin.”

Parlamentoya Iraqê derbarê êrişên Amerîkayê bi awayekî lezgîn dicivin

Parlamentoya Iraqê têkildarî heman mijarê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Parlamentoya Iraqê ji bo bidawîkirina binpêkirina serweriya Iraqê dê di rojên pêş de civîneke awarte li dar bixe

Îran: Êrişên Amerîkayê li herêmê aloziyan kûrtir dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî, di heman mijarê de, helwesta welatê xwe eşkere kir.

Nasir Kenanî diyar kir ku êrişên Amerîkayê bo ser Iraq û Sûriyê quretî ye û stratejiyeke şaşe ku dê li herêmê aramî û aloziyan çêbike û got:

“Ev êriş, binpêkirina serweriya Iraq û Sûriyê û şaşitiyeke mezin û metirsîdar e.”

Baregeha Amerîka ya Xerab Cîr a li Sûrî hate armackirin

Her wiha koma bi navê berxwedana Îslamî ya Iraqê jî bi daxuyaniyeke ragihandin ku wan wek berisva êrişan li dijî baregeha hêzên Amerîka ya li Xerab Cîr ya li herêmên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişek bi rêya dronan pêk anîne.

Amerîkayê 85 êrişên ezmanî li dijî baregehên Îranê li Sûriyê û Iraqê pêk anîn

Back to top button