Asayîşê li kampa Holê berpirsê belavkirina hişmendiya tundrew girtin

ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ di roja xwe ya 9’an de dewam dike .
Hêzên Asayîşê herî dawî ragihand ku derengiya şevê di serdegirtinekê de çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Hêzên Asayîşê derbarê vê yekê de daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Derengî şevî di di serdegirtineke hêzên beşdarî operasyonê bûne , çeteyekî DAIŞ’ê bi navê ‘bû Ebdulmecîd’ hat girtin.

‘Ebû Ebdulmecîd’ berpirsê belavkirina fikrê tundrawiyê di nava zarokên Kampê de ye.

Her wekî têkiliya wî bi serçeteyên DAIŞ’ê yên li derveyî kampê re heye.”

Qonaxa sêyemîn a Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê ku di 27’ê çile dest pê kir bi hemî hêz xwe didome.

Di beşa yekemîn a kampê de jimareke çek û cebilxane hate dîtin

Vê sibê jî hêzên Operasyonê beşa yekemîn lêgerîn pêkanîn.

Hêzên asayîşê îro jimareke çek û cebilxane ku çeteyan di nav ava qirêj de veşartibûn dîtin.

Qonaxa sêyemîn a Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê ku di 27’ê çile dest pê kir bi hemî hêz xwe didome.

Back to top button