Dagirkeriya Tirkiyê gundewarê Minbicê topbaran kir

Derengî şevê êrişên dagirkeriya Tirkiyê li dijî Minbicê hebûn.
Gundên Seyad û Ceblet El hemra hatin topbarankirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê vê yekê daxwiyaniyek da û ev agahî dan:

Artêşa Tirk a dagirker bi guleyên hawin û obîsan gundê Seyade yê bakurê Minbicê topbaran kirin.

Li eniyên şer topbaranên rojane hene, dewleta Tirk ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî ve êrişan pêk tîne.

Her wiha hemwxtî êrişên li ser gundewarê minbicê gundê Ceblet El Hemra ku dikeve xeta Babê ji aliyên çeteyan ve hate topbarankirin.

Dagirkeriya Tirkiyê êrişî gundên Minbic; Şera û Til Rifatê kir

Back to top button