Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan li Helebê li dijî êrişên li ser herêmê û ji bo piştgiriya berxwdanên Hêzên Rizgarkirina Efrîn meşek meşeliyan li darxistin.
Ciwanên taxên Şêxmeasûd û Eşrefiyê li dijî êrişan û piştgiriya bi Hêzên rizgarkirina Efrîn re daketin qadan.
Ciwanan bi durşmeyên “Kurdistan wê ji dagirkeran re bibe goristan” û “Kes nikare roja me tarî bike” meş li darxistin.
Di seranserî meşê de siloganên “Bijî berxwdana Efrînê ” û ” Bê serok jiyan nabe ” hate vegotin.
Meşa ciwanan ji taxa Şexmeqsûd destpêkir û li ber baxceyê Efrînê ya taxa Eşrefiyê bi dawî bû.
Di dawiya meş de ciwanan daxuyaniyek dan û gotin:
“Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker axa me dagir bike û dest biavêje welatê me.
Ji ber ve yekê em bang li her ciwanekî dikin ku tevlî Hêzên Rizgarkirina Efrîn û QSD’ê bibin.”