Bi boneya Roja Zarokên Qurbaniyên Şer ku 4`ê Hezîranê ye, Saziya Êzidîna bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê komxebatek li dar xist.
Armanca komxebatê piştgirîdayîna zarokên ji ber şer û aloziya Sûriyê zirar dîtine û pêşkeîkirina xizmetên tenduristiyê ji wan re ye.
Komxebat li hola Zana ya Qamişloyê hate lidarxistin.
Di komxebatê de gelek axaftin hatin kirin û kesên axivîn gotin:
“Bi vê boneyê em ji cîhanê û aliyên navneteweyî re dibêjin ku zarokên me qurbanê vî şerî û êrişên dewleta Tirk in.
Bi sedan zarokên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên dewleta Tirk zehmetî dîtin û dibînin.”