Hêzên Amerîka dest bi vekişîna ji Afxanistanê kir

Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Afganistanê kir.

Li gorî ajansa Associated Press ku agahiyên xwe spart berpirsekî Amerîkî ragihand ku DYA’yê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Afganistanê kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Talîban 29’ê Sibatê li paytexta Qeter, Dewhayê “Peymana aştiyê” îmze kirin.

Li gorî peymanê hêzên biyanî dê ji Afganistanê vekişin û şerê ku ev 18 sal in li welat didome bi dawî bibe.

3 Adarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, fermandarê hêzên Amerîkî li Afganistanê, general Scott Miller erekdar kir, da ku biryara destpêkirina vekişandinê bide.

Li gorî lihevkirinê, tevahî hêzên Amerîkayê û hêzên NATO’yê di nava 14 mehan de ji Afganistanê derkevin.

Di heman demê de Washington û hikUmeta Afganî dê derdora 5 hezar girtiyan serbest berdin.

Amerîka jî dê cezayên ser endamên “Talîban” heta Tebaxa 2020’an rake.

Back to top button