Talebanî û şandeya Iraqê li ser êrişa Silêmaniyê civiyan

Şandeya ewlekariyê ya Iraqê piştî êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê serdana Silêmaniyê kir û li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî civiya.

Di civînê de êrişa li ser Balefirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê nîqaş kirin û îşaret bi parastina serweriya xaka Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Di civînê de Bafil Talebanî got:

Beramberî van êrişên pêktên de erkek giring dikeve li ser milên serokwezîrê Iraqê û daxwaz kir ku encama lêkolînên şandeyê, rastî û sedemên êrişê ji bo raya giştî werin eşkerekirin.

Serokê YNK’ê da zanîn ew bi ti awayî êrişa li ser balefirxaneya Silêmaniyê qebûl nakin û got;

“Em li benda yekdengiya Kurdan û aliyên siyasî bûn, lê em ne li bendê bûn ku saziyek ewlehiyê ya navxwe bibe cîbicîkarê planên biyaniyan.”

Her wiha şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî jî got:

“Em bi tûndî vê êrişê şermezar dikîn. Em ê bi hemû rengî li dijî kiryar û tawanên li dijî xak û gelê me tên kirin rawestîn.”

Şandeya Iraqê ji bo lêkolîna êrişa ser balafirxaneyê gihişt Silêmaniyê

Back to top button