Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd derbarê salvegera 6. a destpêkirina êriş û dagirkirina Efrînê, peyamek da.
Peyam li ser malpera Rêveberiya xweser hat weşandin.
Çiya Kurd di serî de şehîdên Berxwdana Serdemê bibîranî û koçberên li kampan silav kir û got:
Tevî hemû zehmetiyên koçberiyê gelê me li berxwe didin û dûrî xaka xwe neketin e.”
Çiya Kurd diyrkir ku dagirkirina Efrîn di encama bazareke qirêj li dijî tevahî gelên Sûrî û bi taybet gelê Kurd de pêk hat.
Çiya Kurd destnîşankir ku ji roja dagirkirina Efrîn heta roja îro dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê dewam dikin û wiha got:
“Me sucên dewleta Tirk bi dosyayên taybet belgekirin û radestî aliyên navnetwî kir û tekez kir ku divê dewleta Tirk bê darezandin.
Çiya Kurd anîziman ku di ser êrişên dagirkeriya Efrînê re 6 sal derbas dibin, hîna jî dewleta Tirk ji bo fireh-kirina dagirkeriya xwe li Sûrî êrişan dewam dike.
Dawiya peyamê, Çiya Kurd tekez kir ku bêyî rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî çareserî û îstiqrar li Sûrî ne-pêkan e.