Li Viyana êrîşen li dijî rojava hat şermezarkirin

Kurdistaniyên û dostên xwe ji bo protestokirina êrîş û qetlîamên dewleta Tirk li ber Parlamentoya Awûstûryayê hatin ba hev û banga parastina Rojava kirin.
Her wiha li saarbrûcken ya Elmanyayê jî êrîşên li dijî rojava hatin şermezar kirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li Viyanayê ku paytexta Awûstûryayê ye, bi lidarxistina mîtîngekê hatin protestokirin.

Çalakî ku li ber Parlamentoya Awûstûryayê hat lidarxistin, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê bû.

Bi xwendina danezaneke bi Elmanî, bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda Îmraliyê.

Di çalakiyê de bang ji bo parastina Rojava hat kirin û dirûşmeyên ”Şehîd namirin”, ”Jin, jiyan, azadî” û ”Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Bang ji bo tevlêbûna bibîranîna şehîdan ku wê sibehê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bê lidarxistin, hat kirin û çalakî qediya.

Li Alamanya û Hollandayê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Back to top button