Hêzên Asayîşê û Polîsên Tirafîkê 3 jinên DAIŞ’î dema hewl didan ji navçeya Eyn Îsayê birevin, girtin.
Ev her 3’ê jinên DAIŞ’î hewl didan ji navçeya Eyn Îsayê ber bi bajarê Girê Spî yê dagirkerî ve birevin.
Hêzên Asayîşê ev jinên DAIŞ’î li gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsayê girtin û piştre radestî aliyên ewlehî yên berpirsyar kirin.