Bi dehan şêniyên herêmên Cizîr û Efrînê ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan warê xwe Rojava.
4 Tirimpêlên bi welatiyên herêmên Cizîr û Efrînê barkirî ji kampa Perdareş a li Başûrê Kurdistanê di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bûn.
Berdevkê deriyê Sêmalkayê Şêrzad Osman diyar kir ku 201 şêniyên herêmên Cizîrê û Efrînê ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan warê xwe.
Hêjayî gotinê ku ji ber êrîşên dawî yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 9’ê Comtehê destpê kir, gelek kes koçberî herêma Başûrê Kurdistanê bûn.